Waliyê Serdeştê hûrgiliyên êrişa duh a li dijî qereqoleke vî bajarê ji raya giştî re parve kirin.
Ezîz Hesenî di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê Kurdpress`ê de ragihand: Duh roja duşemiyê di demjimêr 16`an de 2 kesên ku li motorsîkletê siwar bûn, êrişî qereqola Şehîd Elîpûr a bajêr kirin.
Wî got: Di destpêkê de wan 2 kesan 3 bombeyên deng avêtin nava qereqolê û piştre ji kuçeya pêşber ve gule li qereqolê hatin reşandin.
Hesenî got: Pevçûnê bi qasî 10 xulekan dewam kir û êrişkar bilez ji cihê bûyerê dûr ketin û niha lêkolînên me dewam dikin.
Waliyê Serdeştê herwiha got: Di bûyerê ti xesareke canî û malî çê nebû û wisa dixuyê ku êrişkaran xwestine qereqolê dagir bikin.
کۆدی بابهت: 60999 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۹ | کاتژمێر: 13 : 0
برچسب:
نویسنده: استخدام کار