خرید بک لینک

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş ragihand ku, HDP`ê ti pêwendiyên wê bi Fethullah Gulen re nebûn û got: Berî niha jî min ji CHP, MHP û AKP`ê re gotibû ku pêwendiyên wan ligel Gulen hebûn.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, Demirtaş got: Heta vê dawiyê jî hin berpirsên MHP, CHP û AKP`ê jî agahiya wan ji kûdetaya leşkerî hebû, mebesta min berpirsên bilind e.

Hevserokê HDP`ê ragihand ku kombûna xelkê li Yenî Kapî cihê rêzê ye, lê ew yek ji aliyê siyasetmedaran ve da diyarkirin ku ew hîna jî bi hişmendiya neteweperstî kar dikin û dixwazin gunehan bavêjin ser aliyekê.

Demirtaş li pêşiya firekesyona partiya xwe di parlemana Tirkiyê de amaje bi wê yekê kir ku gel gel hilnebijart, tevî kiriyarên desthilata Tirkiyê jî lêbelê milet li rex darbeyê hêl negirt.

Hevserokê HDP`ê herwiha got: HDP di wê mîtîngê de beşda rnebû, ji ber ku ew take partî ye ku pêwendiyên wê bi Gulen re nebûn, kombûna xelkê Yanî Kapî cihê rêzê ye, lê jiber ku pêwendiyên me ligel Gulen nebûn cihê me jî li wir tinebû.

کۆدی بابهت: 61014 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۹ | کاتژمێر: 21 : 3

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 20 مرداد 1395 ساعت: 0:12

صفحه بندی