Li bajarokê Rûbarokê ya Şemzînanê ji aliyê gerîllayên HPG û YJA-STAR'ê ve, li dijî 34'emîn Boluka Hudûdê ya Umurluyê û binkeyên leşkerî yên herêmê bi çekên giran bi awayekî hemwext êrîş pêk hatin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, li bajarokê Rûbarokê ya Şemzînana Colemêrgê ji aliyê gerîllayên HPG û YJA-STAR'ê li dijî binkeyên Kamişli û Gedîktepeyê yên 34'emîn Boluka Hudûdê ya Umurluyê bi awayekî hemwext êrîş pêk hatin. Piştî êrîşa ku bi hawan û çekên giran pêk hat, herêm ji hêla qereqola leşkerî û ji herêmên binkeyî ve rastî êrîşên bi topî hat.
Li herêmê dem bi dem dengê çek û bombebaranê tê. Her wiha derbareyê encama êrîşan de heta niha agahiyên zelal bi dest neketine.
DÎHA
کۆدی بابهت: 61012 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۹ | کاتژمێر: 20 : 34
برچسب:
نویسنده: استخدام کار