خرید بک لینک

Hat îdiyakirin ku PKK, Partiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li çiyayê Qnedîlê civiyane û wan biryar daye ku encûmeneke leşkerî-siyasî damezirînin. Ji aliyekî din ve, Elî Ewnî diyar kir ku ew ê ti hêzeke leşkerî ji bilî pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê nepejirînin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Bas News`ê de hatiye weşandin, di dawiya meha temûzê de, şandeyeke hevbeş a YNK û Gorranê bi serokatiya Endamê Desteya Polîtburoya YNKê Hekîm Qadir Hemecan û Berpirsê Odeya Lêkolînên Yasayî yê Tevgera Goran Dr. Îsmaîl serdana Qendîlê kiriye û li gel berpirsên PKK`ê civiyane û li ser hevahengî û pêşdebirina peywendiyên xwe gotûbêj kirine.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, birêveberiya PKK`ê di civînê de, pêşniyar kiriye ku encûmeneke hevbeş a leşkerî û siyasî di navbera her sê partiyan de damezirînin.

Ev agahî di demeke wiha de tên ku PKK`ê li herêmên Silêmanî, Ranya û Pişderê xebatên xwe zêde kirine û nuqteyên kontrolê li ser sînorî danîne û "bacê" ji xelkê distîne.

کۆدی بابهت: 61016 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۹ | کاتژمێر: 23 : 29

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 20 مرداد 1395 ساعت: 7:53

صفحه بندی