خرید بک لینک

Namzedê Partiya Komarîxwaz ê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku serokê Amerîkayê Barack Obama rêxistina DAIŞ`ê damezrandiye.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, namzedê Partiya Komarîxwaz ê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Donald Trump li eyaleta Floridayê mitîngek lidar xist.

Donald Trump serokê Amerîkayê Barack Obama û namzeda Partiya Demokrat a hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Hillary Clinton bi tundî rexne kirin û wiha got: Obama DAIŞ damezrand û alîkara wî jî Clinton bû.

Trump wiha domand: Damezrênerê DAIŞ`ê ew e. Obama DAIŞ ava kir. Mixabin Hillary Clinton a şikestî jî bû alîkarê wî.

Namzedê Partiya Komarî, namzeda Demokratan Hillary Clinton kir hedefa xwe û got: Kesên DAIŞ damezrandî bila xelat bidin wezîra derve ya berê.

کۆدی بابهت: 61138 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۱ | کاتژمێر: 18 : 17

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 22 مرداد 1395 ساعت: 2:39

صفحه بندی