Dengbêjî beşek giring a çand, huner û wêjeya kurdan li xwe digire. Dengbêj, çîrokbêj û derwêş ew kes in ku raboriya gelê xwe bi tevî xweşî û nexweşî, êş û jan, evîn û xiyanet, şer û serkeftin, koçberî û derberderiyan bi devkî digihînin civakê.
Dengbêjî beşek giring a çand, huner û wêjeya kurdan li xwe digire. Dengbêj, çîrokbêj û derwêş ew kes in ku raboriya gelê kurd bi tevê xweşî û nexweşî, êş û jan, evîn û xiyanet, şer û serkeftin, koçberî û derberderiyan bi devkî digihînin civakê. Ew bi van çalakyên xwe, bi zargotin û vegotinên xwe bûne sedem ku rastiyên dîrokî ji nifşan bigehe nifşên din û neyên jibîrkirin. Bi gotinek din dengbêj rêwiyên dîrok û hişê civaka me. Dengbêj gerok in dibêjin û ya tê gotin didin hev û careke din li hev belav dikin. Di heman demê de ew mirovên dengxweş in û bi deng, xwe digihînin bîr û hestên me. Bi gotina nivîskarê nemir Mehmet Uzun ew Homerosên kurdan in. Yek ji wan dengbêjan jî Mistefa Mîlanî ye ku hê jî di civatan de stran û kilamên xwe bilêv dike. Mistefa Mîlanî derbarê jiyana xwe û serpêhatiya xwe ya dengbêjiyê de ji bo BasNews`ê re axivî.
Di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kir
Mîlanî dibêje ku wî hê di temenek piçûk de dest bi dengbêjiyê kiriye û bavê wî jî dengbêj bûye. Mistefayê dengbêj wiha xwe dide nasîn: Ez di sala 1956’an de li navçeya Qeleniyê (Çardêran) ya bajarê Makûyê ya ser bi parêzgeha Ûrmiyeyê ji dayik bûm. Li gel me hê jî pêgeha eşîrî gelek bi hêz e û ez ji eşîra Burûkiyan im. Bavê min jî dengbêjek naskirî yê deverê bû. Jê re digotin Hemîdê Mîlanî. Ji ber vê yekê me di nava mala xwe de herdem guhdariya stranên dengbêjiyê dikir. Dengê dengbêjên weke Reso, Şakiro, Zahir û dengbêjên Rewanê di nav mala me de herdem olan dida. Herwiha me stranên Mihemed Mamik, Ferzê û Evdalê Zeynê û destanên mezin ên kurdan ji dengê dengbêjan guhdar dikirin. Min li ber destê bavê xwe şagirtî kir, lewma rêber û mamostayê min bavê min Hemîdê dengbêj bû. Hingî temenê min 12 salî bû ku bi tevê bavê xwe ez di dîwana dengbêjan de rûniştim. Bavê min û dengbêjên din, stranên dengbêjên din vedigotin. Dikarim bêjim ku ji wî temenê şûn de jî min jiyana xwe bi dengbêjiyê derbas kir.
Mistefayê dengbêj diyar dike ku di demên berê de her li çi deverê dîwanek bihata danîn an jî ahengek û helkeftek heba, dengbêj dihatin vexwendin û ew jî ligel bavê xwe, di wan de amade dibû. Lê di dema ciwaniya xwe de ew bixwe êdî çûye dîwana dengbêjan û wiha behsa wan deman dike: Me di dîwanan û helkeftan de stranên dengbêjên din digot. Lê stranên me bi xwe jî hene ku behsa serpêhatiyên devera me dikin û gotinên wan me ristine. Di dema ciwaniya xwe de, anku di salên 80’yan de ji bo dîtin û nasîna dengbêjên navdar ên demê, ez gelek geriyam û çûme Tirkiyeyê û herêma Serhedê. Weke hûn dizanin, Serhed warê dengbêjan e. Min ligel dengbêjên navdar Zahiro û Şikiro jî stran gotin. Bi alîkariya xizmên me yên li wir, ez çûm mala mamosta Şakiro. Mala wî hingî li Qereyaziya Erziromê bû. Em bi hev re di dîwanan de rûniştin me kilam gotin. Şakiro bi rastî jî dengbêjek dîrokî yê kurd e û mîrasek mezin bo me hîştiye. Li her deverê tê naskirin û tê hezkirin. Ji bo min şanaziyek mezin e ku wî ez handam bo gotina kilamên dengbêjiyê. Herwiha min ligel dengbêjê demê yê wanî, Hecî Ebdulkerîm re jî stran gotin û di dîwana wî de amade bûm. Di seranserê jiyana xwe de li herêmên kurdan, di gelek dîwanên dengbêjiyê de amade bûm. Bêguman tam û çêja wan deman û her dîwanekê, gelek cida û taybet e bo min.
Demên berê qedrê dengbêjan zêdetir bû
Dengbêj Mistefa diyar dike ku di navbera dengbêjiya îro û ya berî de ferqek mezin heye û vê yekê jî wiha tîne ziman: Berî derfet û amûrên ragihandinê nebûn lê bi ya min civaka berê jî zêdetir giringî û piştgirî didan dengbêjan. Di nav civakê de rêzek taybet ê dengbêjan û hozanan hebû. Cihê wan diyar bû û ew jî di nava mezin û rîspiyan de dihatin dîtin. Ew dengê hest, hizir û wîcdanê xelkê bûn. Lê ya diyar ew e ku civaka me îro zêde giringiyê nade çanda dengbêjiyê. Malên dengbêjan vedibin lê zêde bi bandor nabin. Hejmara dengbêjên berî pir kêm bûne, dengbêjên îro jî bê kar mane. Dengbêj ji xwe ew kes e ku çav li malê dinyayê nake, ji bo jiyandina vê kevneşopiyê weke derwêşan dijî. Jixwe dengbêj ew kes e ku jiyana xwe bo vî armancî terxan kiriye. Lê dîsa jî ya giring helwesta civakê ye. Heger civak weke tê xwestin pêşwaziya dengbêj û çanda dengbêjiyê neke, hingî wê ev kevneşopî jî hêdî-hêdî ji holê rabe. Derfetên îro zêdetir in ji yên berê, lê dîsa jî asta hezjêkirin û piştgiriyê ji ya berê pir kêmtir e. Herwiha ragihandin jî zêde derfet nadin dengbêjan, weke pêwîst rol û karên wan venaguhezin nav gel. Dengbêj niha di malên xwe de rûniştine, derfetê nabînin weke berê bigerin û di civatan de amade bin. Ji lewra jî hunera dengbêjan jî veşartî dimîne.
Mîlanî dibêje pirsgirêka mezin ji bo çanda dengbêjiyê bazirganiya li ser hunerê ye û wiha vedibêje: Mijareke din jî, hunermendên îro ku stranên dengbêjiyê dibêjin, piranî çîroka stranê nizanin, giringiyê jî nadin rastiya peyvên çîrokê. Beşekê ji helbest an jî gotinan tenê dibêjin, gotinan xelet dibêjin û diyar dibe ku ev tenê bo bazarê tên gotin. Bi nêrîna min ev jî zirarê dide çanda resen a dengbêjiyê. Divê mirov li ser ziman û çanda xwe ya resen bazariyê neke. Divê dengbêjî nebe amûrê bazirganiyê. Em ji bo jiyandina vê çandê kar dikin. Niha jî li herêmê gelek hevalên me yên dengbêj hene. Em di her derfetê de tên li gel hev û kilaman bo hev dibêjin da ku ew jî li deverên din bibêjin. Dîsa ez wan çîrokên xwe didim nivîsandin. Min divê ev stran û gotin ku bi ked û renc hatine hunandin, wenda nebin. Ez dixwazim ew dîrok wenda nebe. Lewra hevalek min li Ûrmiye û yek jî li navçeya Şotê ya bajarê Makûyê bi vê karê rabûne û pirtûka stranên gelerî û destanên wan dinivîsin. Bi nêrîna min ev jî xizmetek e ji bo berdewamkirina vê çandê.
کۆدی بابهت: 61137 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۱ | کاتژمێر: 17 : 15
برچسب:
نویسنده: استخدام کار