Riza Hakan Tekîn balyozê Tirkiyeyê yê li Îranê di hevpeyvîna li gel Kurdpress`ê de got: Ji ber ku HDP`ê helwesta xwe ya derbarê PKK`ê de zelal nekiribû, serokkomêr sipasiya wan nekir û ew ji bo mitîngê venexwendin.
Hakan Tekîn dibêje ku ewropî û amerîkî di mijara darbeyê de bi berpirayarî tev negeriyane û ji her tiştê zêdetir ji ber rewşa darbekaran nîgeran in.
Ew herwiha dide zanîn ku ji ber ku HDP`ê helwesta xwe ya derbarê PKK`ê de zelal nekirbû, serokkomêr sipasiya wan nekir û ew ji bo mitîngê venexwendin. Wî herwiha da zanîn ku Tirkiye li kêleka kurdên Sûryeyê sekiniye, lê li dijî PYD`ê ye û wê li hemberî wê tê bikoşe.
Ew herwiha dibêje ku di paşerojê de ti hêz û aliyek nikare bi tena serê xwe û bi awayekî yekalî derbarê çarenivîsa Sûryeyê de biryaran bide û divê gelê wî welatî bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike.
Wî herwiha helwesta lezgîn a Îranê di şeva darbeyê de ji bo Tirkiyeyê pirr girîng nirxand.
Kurdpress: Hûn helwesta welatên herêmê, bi taybet Îranê di kêliyên destpêka darbeyê de çawa dinirxînin? Rayedar û rêveberên Tirkiyeyê bi taybet birêz Edoxan û rêdar serokwezîr vê mijarê çawa dinirxînin?
Hakan Tekîn: Helwesta Îranê ne tenê ji me re ecêb nebû, belkî gellekî jî girîng bû û Îranê demildest û pirr eşkere helwesta xwe ya li dijî darbekaran eşkere kir. Eger em li dîrokê binêrin, Îran û Tirkiye hertim di demên dijwar de li kêleka hevdu bûne. Ji ber vê yekê ez bawer im ku hêza hevaltiya Îran û Tirkiyeyê berî darbeyê û piştî wê îsbat bû. Renge di navbera Îran û Tirkiyeyê de carinan hin dubendiyên piçûk rû bidin, lê vê gavê pêwendiyên me û Îranê di asteke pirr baş de ne û bi taybet piştî helwesta Îranê ya der heqê darbeyê de, derfeta berfirehbûna pêwendiyên herdu welatan de zêdetir bûne. Birêz serokkomar û serokwezîrê jî wiha difikirin. Birêz Rohanî jî çend roj berî niha bi rêya telefonê li gel rêzdar Erdoxan axivî û pişteviya xwe ji dewletê re ragihand.
Kurdpress: Çawa ku tê zanîn xelkê kurd ê li Stenbol û navendên din piştgiriya dewleta qanûnî kirin û HDP`ê jî di kêliyên destpêkê yên darbeyê de, ew şermezar kir. Birêz serokkomar û serokwezîr sipasiya partiyên ku darbe şermezar kiribûn, kirin, lê ti amajeyek bi HDP`ê nekirin. Gelo ev yek dikare di warên siyasî û gotûbêjên aşitiyê de bandorê li pêwendiyên kurd û hikûmetê bike û herwiha dikare bibe sedema guherîna siyasetên navxwe yên Tirkiyeyê?
HDP`ê piştgirî dabû daxuyaniya ku parlementoyê di roja darbeyê de belav kir û ev karekî baş e. Bêguman gellek sedemên venexwendina HDP`ê bo civîna li qesra serokkomariyê ji aliyê serokkomêr ve û beşdarnebûna wan di mitînga Stenbolê de hebûn. Sedema wê ya sereke ev bû ku HDP`ê helwesta xwe ya derbarê PKK`ê de zelal nekiribû. Çawa ku hûn dizanin ev 40 sal in ku Tirkiye bi PKK`ê re şer dike. Me pêvajoyeke aşitiyê dest pê kir, lê PKK`ê ji ber berjewendiyên xwe pêvajo têk bir û dawî lê anî. Piştî darbeyê jî PKK êriş xwe berdewam dike û em hertim roja xwe bi nûçeyên şehîdên xwe des pê dikin. Em dixwazin ku HDP, PKK`ê wekî terorîst bi nav bike, lê ew helwesta xwe eşkere nakin. Eger HDP helwesta xwe bi awayekê zelal eşkere bike, wê demê hikûmet wê bi awayekî din li gel wan tev bigere. Em li ser vê baweriyê ne ku êdî nabe ti aliyek li Tikiyeyê bi çek û sîlahan bigihêje armancên xwe, ji ber ku Tirkiye welatekî demokratîk e. Di 14 salên derbasbûyî de di serdema desthilatdariya AKP`ê di pirsa kurd de gellek guherînên baş çê bûne û çawa ku min got, bi PKK`ê re pêvajoyeke çareseriyê hat destpêkirin. Ev karekî mezin û binirx bû, ji be ku me di vê rêyê de 40 hezar şehîd dane. Lê PKK`ê di vî 2 salî de çek anîn herêmê û xwe ji bo şerê çekdarî amade kir. Xelkê kurd ji PKK`ê razî nîne û heta ku PKK dev ji van karên xwe bernede, wê operasyonên li hemberî wê dewam bikin. Dewleta Tirkiyeyê hesabê xelkê kurd ji terorîstan cida dizane. Ji aliyekê ve li dijî PKK`ê têdikoşe û ji aliyê din ve jî hewl dide ku xwestekên kurdan bi cih bîne.
کۆدی بابهت: 61139 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۲ | کاتژمێر: 12 : 36
برچسب:
نویسنده: استخدام کار