Li bajarê Dihokê rojnamevanê bi navê Vedar Hisên Elî (28) kuştî hat dîtin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Hisên Elî li ser rêya Dihok û Sêmêlê birîndar hatibû dîtin.
Hemin Etruşî diyar kir rojnamevanê navborî li nexweşxaneyê tevî midexaleyan ji mirinê xilas nebû.
Etrûşî da zanîn saziya tipa dadî derbarê sedama mirina wî de lêkolînê dike.
Hisên Elî nûçegîhanê Ron News`ê bû.
Het ragihand Vedat Hisên Elî ji aliyê hinek kesên nenas ve hatiye revandin û piştî çend saetan cenazeyê wî li ser rêya sereke ya di navbera Dihok û navçeya Sêmêlê de hate dîtin.
کۆدی بابهت: 61183 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۳ | کاتژمێر: 21 : 36
برچسب:
نویسنده: استخدام کار