Hat ragihandin ku endamên HPG`ê serokê Baskê Ciwanan ê AKP`ê yê navçeya Elkê ya Şirnexê Fikret Adiyaman û pismamê wî Nacî Adiyaman girtinê
Endamên HPG`ê şevê din 5 kîlometro li derveyî navçeya Elkê ya Şirnexê Serokê Baskê Ciwanên ê AKP`ê û biraziyê namzedê AKP'ê yê Şirnexê Mihemed Adiyaman, Fikret Adiyaman û birayê wî Nacî Adiyaman girtin. Endamên HPG`ê piştre jî rêya çûn û hatinê ji trafîkê re girtin.
Li gorî agahiyan, endamên HPG`ê li navçeya Elkê li derdora gundê Ayvalik û Hisarkapiyê rê girtin. Wesayîta ku ber bi gundê Ayvalikê ve diçû Fikret û pismamê wî Nacî Adiyaman ku biraziyê serokê eşîra Jîrkiya Tahir Adiyaman bûn, sekinandin. Endamên HPG`ê wesayît şewitandin û herdu kes bi xwe re birin.
Li gorî zanyariyên berdest serokê Baskê Ciwanan ê AKPê yê navçeya Elkê ya Şirnexê ku şevê din hatibû revandin, Nacî Adiyaman kuştî hat dîtin. Her wiha ji aliyê hêzên ewlehiyê ve lêgerîna Fikret Adiyaman jî didome.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê ji bo rizgarkirina Adiyamanan li herêmê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.
Çavkanî: Spûtnîk
کۆدی بابهت: 61182 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۳ | کاتژمێر: 21 : 26
برچسب:
نویسنده: استخدام کار