Kiyanûş Rustemî qehremanê kurd ê ji Kirmaşana Îranê ku di pêşbirka halterê de li Olempîka Rioyê bû yekem û xelata zêrîn wergirt, li ser daxwaza rojnamevanan bi kurdî axivî.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, di vîdeoyekê de ku di nav medyaya civakî de belav bûye rojnamevanek ji Rustemî dixwaze bi kurdî biaxive û şampiyonê kurd bi zaravaya kurdiya kirmaşanî bersiva wî dide û wiha dibêje: Min nokeri temami kirmanşeyli ezîz im, temami kurdeyli cîhan. Xaki pay giştidan im. Xoda vakilî medal taqdîm we giştidan.
Ev gotinên şampiyonê kurd di kurmanciyê de tên vê wateyê: Ez xizmetkarê hemî kirmanşaniyên ezîz im, yê hemî kurdên cîhanê me. Axa bin piyê hemiyan im. Xwedê wekîl ez vê mîdalê pêşkêşî wan giştan dikim.
Spûtnîk
کۆدی بابهت: 61218 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۴ | کاتژمێر: 19 : 23
برچسب:
نویسنده: استخدام کار