خرید بک لینک

Nivîsîngeha Serokatiya Herêma Kurdistanê pêwendî bi malbata rojnamevanê ku li Duhokê hatibû kuştin kir û hevxemiya Barzanî bi wan re parve kir.

Berdevkê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah bi daxuyaniyekê ragihand ku bi navê Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyê bi bavê Wedat Husên, Husên Elî re kirine û sersaxî û hevxemiya Barzanî ji malbatê re ragihandine.

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku Barzanî gotiye ne mumkun e tawanekî wiha wenda bibe û mafê wan ji dest biçê.

Herwiha Barzanî diyarkiriye ku pêwîst e di zûtirîn demî de tawanbar bên girtin û cezayê yasayî werbigrin.

Dr Umêd Sebah dide zanîn ku Barzanî ji bo peydakirina kujer û tawanbaran saziyên peywendîdar raspardiye û daxwaz kiriye ku bi lez lêkolîneke hûr bêkirin, tawanbar bên girtin û cezakirin.

Rojnamevan Wedat Husên Elî roja 13ê Tebaxê li taxa Malta ya Duhokê ji aliyê çend kesên nenas ve hate revandin û piştî çend seetekê li ser rêya Duhok û Sêmêlê bi awayek kuştî hate dîtin.

کۆدی بابهت: 61272 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۵ | کاتژمێر: 20 : 32

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 25 مرداد 1395 ساعت: 23:38

صفحه بندی