Îro duyemîn salvegera komkujiya gundê Koço yê Şengalê ye. Çekdarên DAIŞ`ê piştî ku bajarê Şengalê girtin, 15`ê Tebaxa 2014`ê ketin nav gundê Koço, tevahiya zilam û xortan kuştin û jin û zarok jî revandin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, bi helkefta duyemîn salvegera komkujiya Koço, îro komek xortên êzidî li ber ofîsa NY`yê li Hewlêrê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de wêneyên 238 xort û zilamên êzidî li ber çavên xelkê hatin raxistin, her wiha daxuyaniya saziyên êzidî jî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ew komkujiya ku DAIŞ`ê aniye serê kurdên êzidî wekî jenosîd were naskirin her wiha hewla azadkirina wan jinên êzidî yên di destê DAIŞ`ê de ne, bê dayîn.
کۆدی بابهت: 61270 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۵ | کاتژمێر: 20 : 21
برچسب:
نویسنده: استخدام کار