Birazayê sekreterê giştî yê YNK`ê Celal Talibanî û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Rûsyayê Aso Talabanî ragihand ku pêvajoya dawiyê ya azadkirina bajarê Mûsilê ji DAIŞ`ê, di heyama mehek, yan jî du mehên din bi beşdariya hêzên kurd ve wê destpê bike û hêzekî 2000 kesî ya PKK`ê jî bi rêkeftina li gel Bexdayê ve wê beşdarî wî şerî bike.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, Aso Talebanî di vê derbarê de ji ajansa Interfaks a Rûsî re ragehand: Em pêşbînî dikin azadkirina bajarê Mûsilê herî kêm mehek, yan jî du mehên din dirêj bibe û biryara beşdarbûna hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdî Şeibî ji aliyê Amerîkayê û Bexdayê ve hatiye dayîn.
Talebanî got: Hêzên kurd ji bo şerê azadkirina bajarê Mûsilê amade ne. Lê pêşbînî kir ku kurd û çekdarên Heşdî Şeibî re rê nayê dayîn ku di rêvebirina bajar a pêşerojê de xwedî rol bin.
Herwaha diyar kir: PKK nêzîkî 2000 çekdarên xwe ve li başûrê parêzgeha Kerkûkê kom kiriye ku beşdarê operasyona azadkirina bajarê Mûsilê bibin û herwaha hewl jî dane ku bi wê armancê rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê pêk bînin.
کۆدی بابهت: 61341 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۶ | کاتژمێر: 14 : 58
برچسب:
نویسنده: استخدام کار