خرید بک لینک

Parêzgarê Kirmaşanê ragihand: Tîmeke terorîstî ya girêdayî rêxistina terorê ya DAÎŞ`ê ku ji bo êrişên li dijî bajarên navendî yên welêt, sînor derbas kiribûn, duh û îro li taxeke Kirmaşanê û bajarekî din ê parêzgehê hat têkbirin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Esedilah Razanî îro, sêşemiyê di hevpeyvîna li gel malpera ragihandinê ya dewletê de got: Îro danê sibehê, 3 endamên tîmeke terorîstî ku li Kirmaşanê di melekê de bûn, di operasyona hêzên ewlehiyê de hatin kuştin.

Wî got: Di vê mala terorîstan de gellek çek û teqemenî yên wekî kurtik û kemerbendên xwekujiyê, narincok û gellek çekên otomatîk hatin desteserkirin.

Serkirdeyekî DAÎŞ`ê hat kuştin

Li gor gotinên Razanî di pevçûneke din a di navbera hêzên ewlehiyê û baskê duyem ê vê tîma terorîst ku şeva derbasbûyî li bajerekî din ê parêzgehê qewimî de, serkirdeyekî DAÎŞ`ê hat kuştin û çend terorîst jî hatin girtin.

Wî herwiha got: Ev serkeftina mezin a hêzên me yên çekdar û ewlehiyê bû sedem ku pêşî li armancên dijmirovane yên terorîstan ku kuştina xelkê bê guneh bû, bê girtin.

Parêzgarê Kirmaşanê ji ber vê serkeftina mezin sipasiya xwe ji hemî hêzên çekdar û ewlehiyê re anî ziman.

کۆدی بابهت: 61337 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۶ | کاتژمێر: 14 : 35

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 26 مرداد 1395 ساعت: 20:41

صفحه بندی