خرید بک لینک

Cîgirê pilanrêjî û veberanînên Saziya Mîrateyên Çandî, Kelûpelên Destî û Geştiyariya parêzgeha Ûrmiyeyê xwest ku kar û barên çêkirina hêzgeha karebayê ya li avrêja Sûledûkelê li herêma Sîlvanayê demildest bên sekinandin.

Li gorî rapora Kurdpess`ê Dawûd Ferazî di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê ÎSNA`yê de da zanîn ku herêma Sûledûkelê ji ber hebûna avrêjê di lîsteya herêmên nimûne yên geştiyariyê de cih girtiye û got: Xebatên înşeattê, kolan û kanalkêşiyên ku li wir hatine kirin zerareke pirr mezin gihandine wê herêmê.

Ferazî da zanîn ku şîrketa peymankar projeya çêkirina hêzgehê bêyî berçavgirtina lêkolînan û agahdarkirina Saziya Mîrateyên Çandî dane destpêkirin û wiha got: Saziya Mîrateyên Çandî, Kelûpelên Destî û Geştiyariya Ûrmiyeyê bi rêya daxwaznameyên ku ji bo parêzgarî û gellek saziyên têkildar şandiye, dixwaze ku xebatên çêkirina hêzgehê demildest bên rawestandin.

Cîgirê pilanrêjî û veberanînên Saziya Mîrateyên Çandî, Kelûpelên Destî û Geştiyariya parêzgeha Ûrmiyeyê bal kişande ser îdiyayên şîrketa peymankar ên derheqê vegera herêmê bo rewşa berê û wiha got: Sûledûkel herêmeke xwezayî ye û piştî kolan û karên înşeatê yên ku li wir hatine kirin, êdî wê ti car venegere rewşa berê.

کۆدی بابهت: 61348 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۶ | کاتژمێر: 20 : 6

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 27 مرداد 1395 ساعت: 9:16

صفحه بندی