خرید بک لینک

Komara Hindistanê konsolxaneya xwe ya giştî li Herêma Kurdistanê vekir û yekemîn konsola giştî jî dest bi kar kir.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, perpirsê fermangeha peyvendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li ser tora civakî ya twetter`ê de ragihand: Li gel wan astengiyên ku Herêma Kurdistan tê de derbas dibe, lê dîsa jî em ê bibin bingeha peyvendiyên navnetewî.

Felah Mistefa dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêfxweş e ku Mîglanî wek konsolê giştî yê Hindistane, li paytexta Kurdistanê Hewlêrê dest bi kar kiriye, ku îro 16.08.2016`an wek konsola giştî yê welatê xwe li Hewlêrê dest bi kar kir.

Herçend hikûmeta Îraqê astengiyan ji aliyê dîplomasî û peyvendiyên navnetewî ve ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê derdixîne jî, niha 19 konsolxaneyên welatên cîhanê li Herêma Kurdistanê hene û li gel 18 konsolxaneyên fexrî û bûroyên pêwendiyên welatan û rêxsitinên cîhanî li Herêma Kurdistanê ne.

کۆدی بابهت: 61345 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۶ | کاتژمێر: 19 : 19

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 27 مرداد 1395 ساعت: 9:17

صفحه بندی