خرید بک لینک

Serokê parlemena Îranê da zanîn ku ti navendeke hewayî ya Rûsyayê li Îranê tine.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Hişmetilah Felahetpîşe parlementerê Îslamabadê Xerb û Dalahoyê îro di civîna fermî ya parlemenê de got: Hin nûçeyên derbarê bicihkirina balafirên şêr ên Rûsyayê li pêgeha hewayî ya Şehîd Nojeyê ya Hemedanê belav bûne. Li gorî xala 146`an a qanûna bingehîn bicihkirina balafirên şêr ên biyanî li nav axa welêt qedexe ye. Li gorî benda yekem a xala 176`an a qanûna bingehîn, erka berpirsyariya vê mijarê li ser milê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ye.

Felahetpîşe herwiha siyasetên derve yên nezelal ên Rûsyayê jî rexne kirin û got: Her gava ku Komara Îslamî ya Îranê tûşî kirîzekê bûye, welatî rojava û rojhilatî li dijî me derketine û ev yek di şêr û ambargoyan de hate dîtin.

Serokparlemenê parlemena Îranê, Elî Larîcanî jî di bersiva Felahetpîşe de got: Li gorî xala 146`an a qanûna bingehîn, bicihkirina balafir û navendên hewayî yên welatên biyanî li nav axa welêt qedexe ye û divê bê zanîn ku Îranê ti pêgeheke hewayî nedaye welatên din. Eger niha em li gel Rûsyayê wekî hevalbendekê hevkariyan dikin, ev nayê vê wateyê ku em pêgehên xwe yên hewayî bidin wan û ev nûçeya ku di medyayê de belav bûye, derew e.

کۆدی بابهت: 61406 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۷ | کاتژمێر: 18 : 56

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 27 مرداد 1395 ساعت: 22:10

صفحه بندی