Hat ragihandin ku li Ergeneya navçeya Tekîrdagê firokeyeke perwerdeyê ket xwarê. Di qezayê de pîlotê firokeyê û xwendekarek mirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê AA`yê, li Ergeneya navçeya Tekîrdagê li nêzîkî taxa Ahimehmetê firokeyeke perwerdeyê ji ber sedemeke nediyar ket xwarê.
Pîlotê firokeyê Yusuf Akşahîn û xwendekar Alper Oran mirin.
Hat diyarkirin ku firokeya ku tîpa wê CESNA ya û ya bi du motoran e ji Balafirgeha Çorluyê rê ketibû.
کۆدی بابهت: 61405 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۷ | کاتژمێر: 18 : 24
برچسب:
نویسنده: استخدام کار