Parlamenterê HDP`ê Osman Baydemir di hevdîtinên zagona ku beriya kayyuman li şûna şaredariyan bên peywirdarkirin vedike de axivî û ragihand ku ev tê wateya hiqûqa mêtîngeriyê. Herwiha navborî eşkere kir ku navê vê pirsgirekê jî kurd û Kurdistan e.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê bajarê Rihayê Osman Baydemîr di hevdîtinên zagona peywirdarkirina kayyuman de axivî û got: ‘Navê vê pirsgirekê kurd û Kurdistan e û çareseriya vê jî siyasî ye, ev jî li parlamnetoyê ye, diyalog e, parvekirina hevpar e, çareserî ne riya tûndiyê ye.
Baydemir, derbarê sererastkirina zagona peywirdarkirina li şûna şaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) rê vedike, de axivî.
Baydemir, diyar kir ku piştî ku zagon bê erêkirin dê hemû şeradarên Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) ji peywirê bên durxistin. Ez ji we dipirsim: ‘Serdestî bê şert û merc ya gel e' tu wateyek vî dimîne gelo. Di erdnîgariya Kurdistanê de dê tu şeredarî li ser peywira xwe nemîne dê li şûna wan kayyum bên tayînkirin.
Baydemir wiha pê de çû: Ev nivîsa serdestî bê şert û merc ya gel e rast e an şaş e. Hûn û Xwedê, bi ol û baweriya we ev nivîs rast e yan na. Eger hûn dibêjin serdestî bê şert û merc ya gel e şeredariyek ku ji sedî 76, sedî 80, sedî 52`yê bi dengê gel hatiye hilbijartin Wezareta Karên Navxweyî dikare wan ji peywira wan hilde, ew jî têrê nake walîtî dest datîne ser malê şaredariyê.
Tiştên ku em jê fêm dikin ev e navê vî hiqûqa mêtîngeriyê ye. Waliyek têra wê nake hûn waliyek din ji bo bajêr peywirdar dikin. Bi awayek eşkere ev yek hiqûqa derbeyê ye û ev yek vexwendina tûndiyê ye.
کۆدی بابهت: 61409 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۷ | کاتژمێر: 22 : 20
برچسب:
نویسنده: استخدام کار