خرید بک لینک

Parlementerê Serdeşt û Pîranşarê dibêje ku perwerdeya zimanê kurdî û tirkî di zanîngehan de, etnîkên li welêt zêdetir nêzî hev dike û mîrateyên çandî yên welêt diparêze.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Resûl Xizrî di hevpeyvîna li gel malpera ragihandinê ya parlemenê ji ber birêxistine beşa ziman û wêjeya kurdî û tirkî li zanîngehan kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Ev yek rêz û hirmeta li hemberî hemî ziman û zaravayên li welêt nîşan dide û xweşbextane ev nûçe bûye sedema kêfxweşiya gel.

Parlementerê Serdeşt p Pîranşarê di parlemena Îranê de da zanîn ku ziman û zaravayên gelên cida wekî mîrateyên çandî tên naskirin û parastina wan pirr pêwîst û girîng nirxand û wiha dewam kir: Zimanên îngilîzî, fransî, erebî û hwd di zanîngehên welêt dihatin perwerdekirin, lê tinebûna perwerdeya zimanê kurdî û tirkî kêmasiyeke mezin bû.

Wî herwiha got: Perwerdeya zimanê kurdî û tirkî di zanîngehan de, etnîkên li welêt zêdetir nêzî hev dike û mîrateyên çandî yên welêt diparêze.

کۆدی بابهت: 61444 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲۸ | کاتژمێر: 13 : 22

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 28 مرداد 1395 ساعت: 16:23

صفحه بندی