خرید بک لینک

KCKê derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de diyar kir ku heke dewleta tirk gavê bavêje wê di yek mehê de pirsgirêk çareser bibin. KCK aşkere dike ku şandek ji parlamena Tirkiyê pêk tê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne wê ew jî tiştên dikevin ser milên xwe pêk bînin.

Li gorî rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk'ê, hevserokatiya Desteya Rêvebiriya KCK bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di demên dawî de hin dewlet, hin saziyên navdewletî, hin rêxistinên Herêma Kurdistanê û yên li Tirkiyê û HDP bangewaziya vegera li guftûgoyan li wan dikin. KCK derbarê van bangewaziyan de daxuyaniyek nivîskî belav kir. KCK dibêje ku agirbestên heta niha ji hêla rêxistina wan ve hatine ragihandin, ji hêla AKPê ve weke amûrekê bikar aniye û ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe lê nêriye. Ji ber vê jî ragihandina agirbestekê ji hêla KCKê ve weke berdewamkirina neçareseriyê dinirxîne.

Daxuyaniya KCKê balê dikişîne ser bûyerên di demên dawî de qewimîne û dibêje ku divê dewleta tirk gavê bavêje. Daxuyaniya KCKê wiha berdewam dike: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dewleta tirk e ku divê gavê bavêje. Heke ku desthilatdarî pirsgirêka kurd çareser nekin, gelê kurd wê bi hêza xwe ya birêxistinkirî, hewl bide ku çareseriya xwe biafirîne û heta ku jiyana azad û demokratîk avabike, bedelê wê çi bin bila bibin wê têkoşîna xwe berdewam bike. Di vê dema neçareseriya pirsgirêka kurd de ti kes divê ne li bende helwesteke cuda be ku gelê kurd û Tevgera Azadiyê bavêje. Lê dewleta tirk ne bixwe ji bo çareseriyê gavan tavêje ne jî tehemulê nîşan dide ku kurd bi xwe çareseriya xwe pêk bîne.

KCK balê dikişîne ser şerê berdewam dike û dibêje ku "Me ji ber bêçareseriya pirsgirêka kurd ji neçarî dest bi şer kiriye. Dîrokê jî nîşan daye ku li Tirkiyê çareseriya pirsgirêka kurd, tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd çêdibe ku di çareseriya pirsgirêkê de rolekî gelekî girîng dilîze." Di vê qonaxê de KCK destnîşan dike ku heke dewleta tirk û hikûmeta AKPê polîtîkayek çareseriyê pêş bixin, wê pirsgirêka kurd di mehekê de çareser bibe û wê aştî were Tirkiyê.

Daxuyaniya KCKê wiha berdewam dike: "Em weke Tevgera Azadiyê, tercîha me ji çareseriya siyasî ya demokratîk e. Xuya ye ku em ê di vê mijarê de her cûre fedakariyê jî bikin. Lê ji bo vî tiştî divê helwesteke hikûmet û dewletê pêwîste ku divê agirbestan neke amûr." KCK diyar dike ku heta mijara amûrkirinê ji rojevê dernekeve bila ti kes ne li bendebe ku ew agirbestê ragihînin.

KCK dixwaze ji bo vî tiştî şandek ji parlamenê bi Ocalan re hevdîtinê bike û biryara destpêkirina gotûbêjên çareseriyê bide ku di nava vê şandê de HDP jî hebe. Dîsa desthilatdariya AKPê nîşan bide ku vîna wê ya çareseriya pirsgirêka kurd heye. Herwiha KCK dibêje ku divê AKP ji bo gelên Tirkiyê ragihîne ku ew li vê vînê xwedî derdikeve û bihêle ku Ocalan di serî de bi rêxistina xwe re û bi saziyên sivîl, partiyên siyasî re hevdîtinan bike. Di vê astê de KCK diyar dike ku piştî van tiştan ew ê tiştên dikeve ser milê xwe bi her awayî pêk bînin.

کۆدی بابهت: 61557 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۳۰ | کاتژمێر: 23 : 20

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 31 مرداد 1395 ساعت: 4:40

صفحه بندی