Vê dema dawî dîsa şer û pevçûn li Tirkiyeyê bi giştî û bi taybetî li bajarên kurdan di navbera PKK û Artêşa Tirkiyeyê de gurtir bûne û her ku diçin girantir jî dibin dibin. Lê piştî daxuyaniya KCK'ê û hinek gavên hikûmetê Pirsa” gelo dibe pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike” derket holê.
Li gorî rapora Kurdpress'ê, betalkirina yasayên derbarê guhertina statûyên bajarên Şirnex û Colemêrgê û betalkirina yasaya bicîkirina qeyûman a li şûna şaredaran ji bo hevdîtin û diyalogan bûn hêviyek.
Lê belê hikûmet dibêje da ku ev yek pêk were divê PKK misoger dest ji çekan berde û hêzên xwe bikişîne derveyî sînor.
Rûdaw'ê derbarê vê meseleyê bi parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muslum Doganî re axiviye û yê dawî jî wiha diaxive: Bê gûman e ku aliyên çekdar dê dawiyê vegerin ser pêvajoyê. Ev lihevkirina li parlamentoyê jî ji bo diyalogê fersendek e. Kêşeya kurd bi tundûtîjiyê çareser nabe. Tekane rê û rêgez naskirina mafên demokratîk ên kurdan e. Em jî ji bo aşitiyê amade ne ku berpirsiyariyên xwe bînin cî.
AK Partî dibêje eger PKK dest ji çekan berde û hêzên xwe bikêşe dersînor vegera li pêvajoyê dê pêkan be.
Ji aliyekî din ve, serokê Têkiliyên Civakî yê AK Partiyê Mazhar Bagli jî wiha got: Tirkiye ji berê de ewil dibêje ku du şertên me hene. Ewê ewil bêşert û şûrt çekên xwe berdin. Lê belê ewa din jî her kesê xwe yê çekdar ji hindurî Tirkiyê derxînin.
Pêvajoya çareseriyê di Berfanbara 2012`an de dest pê kiribû û nêzikî 2 salan berdewam kir.
کۆدی بابهت: 61560 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۳۱ | کاتژمێر: 8 : 42
برچسب:
نویسنده: استخدام کار