Li Mûsilê balafirên Hevpeymaniya Niştimanî di operasyonekê de 19e fermandarên rêxistina terorîst a DAIŞê li wî bajarî kuştin.
Li gorî rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk'ê, li Mûsilê balafirên Hevpeymaniya Niştimanî di operasyonekê de 19 fermandarên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê li wî bajarî kuştin.
Derbarê kuştina wan fermandarên rêxistina terorîst a DAIŞê de Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Hevpeymaniya Niştimanî li Iraqê di daxuyeniyekê de ragihand ku wan civîneke serkirdeyên DAIŞ'ê li taxa Mîsaq ku dikeve rojavayê Mûsilê kirin armanc.
Fermandeyên operasyonên hevbeş da zanîn ku di encamê de 19 fermandar û berfirsên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.
Ji aliyê din ve beşa ragihandinê di wezareta Bergiriya Iraqê de jî ew nûçeya kuştina 19 berpirs û fermandarê wê piştrast kir.
کۆدی بابهت: 61600 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۳۱ | کاتژمێر: 15 : 0
برچسب:
نویسنده: استخدام کار