Kordînasyona Giştî ya YPS'ê ragihand ku di encama êrişa wan ya li Bazîda Agiriyê de polêsek û 2 leşkere hatine kuştin.
Li gorî rapora Kurdpress'ê ji zarê Spûtnîk'ê, kordînasyona Giştî ya YPS'ê bîlançoya şerê 14'ê tebaxê ya li navçeya Bazîda Agiriyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş di 14'ê tebaxê de dora saet 20:40'an li hember avahiya Midûriyeta Ewlehiya ya Bazîdê ya şaxa Têkoşîna li dijî Terorê hatiye kirin. Di encama êrişê de polêsek û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da.
Di heman daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku roja 18'ê tebaxê de li hemberî leşkerên ku li ber Girtîgeha Bazîdê nobet digirtin bi roketan êriş hatiye kirin. Di encama vê êrişê de jî 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da.
کۆدی بابهت: 61608 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۳۱ | کاتژمێر: 22 : 7
برچسب:
نویسنده: استخدام کار