Serokkomarê Îranê bal kişande ser serkeftinên vê dawiyê yên artêş û gelê Îraqê yên li hemberî terorîstan û diyar kir ku tenê yekîtiya hemî netewe û olên Îraqê û bidawîanîna nakokiyên di navbera wan de dikare terorîzma li wî welatî binbirr bike.
Li gorî rapora Kurdpress'ê ji zarê malpera ragihandinê ya serokkomariyê, Hesen Rohanî êvara şemiyê di hevdîtina li gel Selîm El-Cibûrî, serokê parlementoya Îraqê de da zanîn: Komara Îslamî ya Îranê çawa ku hetanî niha li kêleka gel û hikûmeta Îraqê bûye, wê ji niha û pê ve jî di ware têkoşîna li hemberî terorê de li rex wan be.
Rohanî herwiha bal kişande ser serkeftinên vê dawiyê yên artêş û gelê Îraqê yên li hemberî terorîstan û diyar kir ku tenê yekîtiya hemî netewe û olên Îraqê û bidawîanîna nakokiyên di navbera wan de dikare terorîzma li wî welatî binbirr bike.
کۆدی بابهت: 61607 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۳۱ | کاتژمێر: 22 : 0
برچسب:
نویسنده: استخدام کار