Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ragihand ku ew bi ti awayî rê bi avakirina statuyeke kurdî li Sûriyeyê nadin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yîldirim di konfranseke rojnamevanî de helwesta Tirkiyeyê ya dawî li hemberî kurdan û Sûriyeyê aşkere kir.
Bînalî Yildirim got, Enqere bi ti awayî rê nade ku statuyeke kurdî li bakûrê Sûriyeyê were avakirin.
Yildirim got: Em bi hemî awayî statuya kurdî li Sûriyê red dikin.
Yildirim herwiha daxwaz kir, asayiş û îstîqrar bo welatê Sûriyeyê bê vegerandin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê herwiha got: Em daxwaz ji Rûsya, Amerîka û Îranê dikin ku derbarê kirîza Sûriyeyê de rûpeleke nû vekin.
کۆدی بابهت: 61669 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۱ | کاتژمێر: 22 : 36
برچسب:
نویسنده: استخدام کار