خرید بک لینک

Amerîka ji YPG`ê daxwaz kir ku li bakûrê Sûryeyê tevgerên xwe zêdetir neke û hewla girtina Cerablusê nede.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê di raporteke derbarê tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûryeyê de, ji zarê berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ve belav kiriye ku Amerîkayê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re ragihandiye: Nabe ji wê zêdetir tevgerê bikin û eger hûn hewla kontrolkirina Cerablusê jî bidin, hevpeymanî piştgiriya we nake.

Li gorî heman çavkaniyê, Amerîka piştgiriya operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Cerablusê dike û bi wê yekê rê li berfirehbûna desthilata YPG`ê li deverên digire.

Herwiha di wê raportê de hatiye ku Washingtonê ji Enqerê re jî wiha ragihandiye: Em naxwazin bi ti awayî pevçûn di navbera Tirkiyê û kurdên Sûryeyê de biqewime.

Rojnameya Wall Street Journal ji zarê berpirsê îdareya Amerîkayê ve herwiha daye xuyakiriye ku Washington agahdarî operasyona Tirkiyeyê ye û li ser 2 astan alîkariya Enqereyê kiriye.

Li gorî wê rojnameyê, Amerîkayê di asta şêwir û çawaniya tevgera hêzan de û herwiha di asta îstixbarat û komkirina zanyariyan pêwîst bo operasyonê alîkarî daye Tirkiyeyê.

Heman çavkanî dide zanîn ku her bi mebetsa alîkariya Tirkiyeyê, Amerîkayê firokeyên bêpîlot ji Navenda Esmaniya Incirlîkê bi kar aniye.

کۆدی بابهت: 61805 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۳ | کاتژمێر: 22 : 34

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 4 شهريور 1395 ساعت: 3:17

صفحه بندی