Wezîrê Îranê yê navxwe got: Em hemî hefteyan li gel rêxistinên terorê yên ku dixwazin bikevin nav axa welêt an jî di nav welêt de ne, şer dikin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî di hevpeyvîna li gel televîzyoneke Îranê de got: Ji ber rewşa aloz a li 2 welatên cîran, ewlehiya hin herêmên rojhilatê welêt nelibar e û li hin herêmên rojavayê welêt jî ji ber tevgerên rêxistinên terorê mimkin e tiştên ne baş rû bidin.
Fezlî herwiha diyar kir: Bi hişyarî, bicihbûn û tevgerên hêzên me yên li rojhilat û rojavayê welêt, heta niha ti aloziyek çê nebûye, lê tevî vê yekê jî em her hefte li gel rêxistinên terorê yên ku dixwazin bikevin nav axa welêt an jî di nav welêt de ne, şer dikin.
Wî got: Mezintirîn piştevanê ewlehiyê gel e û em her çiqasî hêzên ewlehiyên li ser sînoran bi cih bikin jî, eger gel hevkariya me ne, em nikarin ti karî bikin.
کۆدی بابهت: 61804 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۳ | کاتژمێر: 22 : 6
برچسب:
نویسنده: استخدام کار