Parêzgarê Ûrmiyeyê got: Parêzgeha Ûrmiyeyê ji ber hebûna etnîkên cida bûye sembola hevdilî , hevzimanî û yekîtiya olên xwedayî.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Qurbanelî Seadet di merasîma vekirina 24`emîn festîvala çandî û hunerî ya zanîngehên eknîkê yên seranserî welêt de axivî û destnîşan kir ku parêzgeha Ûrmiyeyê li gel 3 welatan hevsînor e û got: Bi qasî 967 km sînorê me li gel welatên din heye, lê mixabin parêzgeha me ji destpêka serketina şoreşa îslamî ve ji berê êrişên komên terorîst bûye qada şêr û ti mifayek ji van sînoran nehatiye wergirtin.
Wî got: Parêzgeha Ûrmiyeyê ji ber hebûna etnîkên cida bûye sembola hevdilî , hevzimanî û yekîtiyê û etnîk û neteweyên cida yên parêzgehê gellek şehîd dane.
کۆدی بابهت: 61802 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۳ | کاتژمێر: 21 : 1
برچسب:
نویسنده: استخدام کار