Karwana serokê giştî yê CHP`ê di dema ku ber bi bajarê Artvînê ve diçû li nêzîk navçeya Ardanuçeyê rasta êrişê hat û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, serokê giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilaçdaroglu ji bo bernameya xwe ya li Artvînê bi firokeyê çû bajarê Qersê. Ji wê der re bi rêya bejayî derbasî navçeya Şavşat a Artvînê bû û ji welatiyan re axivî.
Dema ku karwana Kemal Kiliçdaroglu ber bi Artvînê diçe di navbera navçeyên Şavşat û Ardanuçê yên Artvînê êrîşa çekdarî pêk hat.
Parêzvanên Kiliçdaroglu bersiva êrîşê dan û pevçûn di navbera wan û êrîşkaran de derket.
Şêwirmendê Kiliçdaroglu got: Êriş yekser li hemberî karwana wan nehatiye kirin û ew li ser rê rastî pevçûnê hatine.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala jî derbarê bûyerê de daxuyanî da.
Efkan Ala ragihand ku êriş li wesayîta leşkerî ya ku karwana CHP`ê diparast hatiye kirin.
Di encamê de ajokarê wesayîta leşkerî û 2 efserên din birîndar bûn.
Herwiha Efkan Ala got êriş ji aliyê gerîlayên PKK`ê ve hatiye encamdan.
Kiliçdaroglu bi rêya telefonê beşdarî bultena CNN Turkê bû û dazanîn ku rewşa wî baş e.
Li gor nûçeya NTVyê Kiliçdaroglu bi wesayîta bizirx ji cihê bûyerê hatiye dûrxistin.
کۆدی بابهت: 61867 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۴ | کاتژمێر: 19 : 10
برچسب:
نویسنده: استخدام کار