Baskê leşkerî yê PKK`ê Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di êrîşa xwekujî ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de 118 endamên hêzên ewlekariya Tirkiyeyê hatine kuştin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, duh danê sibê di emjimêr 06:40`î de li navçeya Cizîrê, li dijî xala kontrolê ya 50 metreyan nêzîkê Rêveberiya Ewlekariyê ya Polêsan, bi kamyonek bombebarkirî êrîşek hatibû lidarxistin.
Navenda Çapemeniya HPG`ê derbarê vê çalakiyê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di êrişê de bi tevê xala kontrolê ya polêsan, Rêveberiya Ewlekariyê, Avahiyên Ewlekariyê, Rêveberiya Hêzên Çewîk, mala Qaymiqam û avahiya MIT`ê bûne hedef.
HPG`ê îdiya kir ku di encama êrişê de 118 endamên hêzên ewlekariya Tirkiyeyê hatine kuştin û 152 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş ji aliyê gerîlayê bi navê Mustafa Aslan a bi nasnav Firat Pirsûs ve hatiye encamdan.
Hêjayê gotinê ye ku Walitiya Şirnexê ragihandibû ku di êrîşê de 11 polês hatine kuştin û 3 jê polês, 78 kes jî birîndar bûne.
کۆدی بابهت: 61957 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۶ | کاتژمێر: 20 : 21
برچسب:
نویسنده: استخدام کار