Navenda Çand û Hunerê ya Cîgerxwînê ya di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe didomîne û kursên serdema nû eleqeyeke mezin dibînin. Li navendê li 6 beşan kursên ku 3 mehan didomin tên dayîn.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Cîgerxwînê ya di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe didomîne û di gelek beşan de kurs tê dayîn, serdema nû dest pê dike. Di vî serdemê dê ji beşên sînema, folklor, wêne, muzîk û wêjeyê de perwerde bê dayîn. Mamosteyê Sînemayê yê navendê Îlham Bakir diyar kir ku çanda kurdî di bin pêkutiyên giran de ye û bi asîmîlasyonê re rû bi rû ye. Bakir wiha got: Ji bo ku gelek hebûna xwe bidomîne bingeha vê çand û huner e. Banga me ji bo gelê kurd û ciwanan e. Bila bên saziyên ku bi zimanê xwe perwerde dibin û lê xwedî derkevin.
Bakir anî ziman ku armanca wan ji bo nifşên nû çanda kurdî hînkirin e û wiha berdewam kir: Ligel bandora şêr gelek serlêdan heye. Serlêdanên me ji 1'ê tebaxê dest pê kirin dê heta 9'ê îlonê bidomin. Şertên qeydan zanîna xwendin û nivîsandinê ye. Em kursên ku 3 mehan pêk tînin. Heta niha hejmara kesên ku hatin qeyd kirin bû 400 kes.
Bakir bang li amediyan kir û got ku bingeha hebûna gelekî çand û huner e. Bakir got ku navenda çandê saziyeke ku gel bikare hunera xwe pêk bîne ye û piştî 3 mehan dê careke din kursan bidin destpêkirin.
کۆدی بابهت: 61958 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۶ | کاتژمێر: 22 : 33
برچسب:
نویسنده: استخدام کار