خرید بک لینک

Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê diyar kir ku di encama bombebarana balafirên artêşa tirk a li ser başûrê Cerablusê de gelek sivîl mirine û gelek ji wan jî birîndar bûne. Li gorî AFP`ê hejmara kesên jiyana xwe ji dest da gihişt 40`î.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, Artêşa Tirk vê sibehê di demjimêr 10:20`an de gundê Birkûs ê 13 km li başûrê Cerablusê dikeve bi balafiran bombebaran kir. Çavkaniyên Artêşa Tirk aşkere kirin ku wan çeperên YPG`ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bombebaran kirine. Lê Fermandarê HSD Cudi Cerablus ji Sputnikê re axivî û got ku li tevahiya gund sivîl hene û ji ber bombebaranê gund hilweşiya ye.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyeyê ragihand ku di encama topbaranê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û derdora 50 kesî jî birîndar bûne. Ji aliyekî din ve, li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekê hêzên kurd hatine bidestxistine hejmara qurbaniyên ku di bombebarana êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 30. Herwiha li gorî agahiyên dawî yên ajansa nûçeyan AFP`ê, hejmara qurbaniyên bombebaran Tirkiyeyê gihiştiye 40î.

کۆدی بابهت: 62001 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۷ | کاتژمێر: 18 : 9

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 7 شهريور 1395 ساعت: 22:06

صفحه بندی