خرید بک لینک

Parlementerê bajarên Xoy û Çaypareyê kuştina kolberan li ser sînor rexne kir û got: Li herêmên sînorî yên welêt ku kar û fabrîkeyeke baş tine, nabe ku li gel kolberên ku li pey debara jiyana xwe ketine, wiha bê reftarkirin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Teqî Kebîrî di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê ajansa nûçeyan a palemenê de, tundiya li hemberî kolberan rexne kir û got: Em li dewsa ku ji bo wan karekî peyda bikin, yekane rêya debara wan jî têk dibin.

Parlementerê bajarên Xoy û Çaypareyê yê di parlementoya Îranê de bal kişande ser desteserkirina mal û milkê kolberan û kuştina sewalên wan û got: Li herêmên sînorî yên welêt ku ti çavkaniyeke aboriyê lê tine, nabe ku em yekane rêya wan a debarê jî têk bibin.

کۆدی بابهت: 62073 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۸ | کاتژمێر: 19 : 51

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 8 شهريور 1395 ساعت: 23:36

صفحه بندی