Ji beşdarên qonaxa 2`yemîn a Mihrîcana Stranan a Hawarê, 8 kes derbasî qonaxa 2’yemîn bûn.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, qonaxa 2`yemîn a Mihrîcana Stranan a Hawarê ku li ser Dika Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê bi serpereştiya Desteya Çand û Huenrê destpê kir, ber bi dawiyê ve diçe. Di qonaxa beriya dawiyê de 9 beşdar bi serketin.
Bername û çalakiyên vê qonaxê bi beşdariya Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Seroka Desteya Karûberên Civakî Erîfa Bekir û sedan welatiyên Katnona Efrînê pêk hat.
Bernameya vê qonaxê bi pêşkêşkirina staranekê ji aliyê Serokê Desteya Parastinê Ebo Îbarhîm û yek ji aliyê mêvanê mihrîcanê Hunermend Xelîl Îbarahîm ve destpê kir. Piştre kurtefîlmek li ser çawaniya perwerdebûna beşdaran li ser staran hat pêşkêşkirin. 9 beşdaran li pêşberî Komîteya Çavdêriyê staranên xwe pêşkêşkirin.
Piştre Komîteya Çavdêriyê navê 8 beşdarên ku bi serketin û derbasî qonaxa dawiyê bûn. Navên beşdarên ku derbasî qonaxa dawiyê bûn wiha ne: Silava Alî, Henan Elo, Luqman Bekir, Evîn Hesen, Ferhad Evîn, Ehmed Henan, Tolîn Mihemed û Buher Osman.
Bernameya Qanxa beriya dawiyê bi gerandina govendê ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.
Sibe dê staranên beşdarên ku derbasî qonaxa dawiyê bûne, ji aliyê Komîteya Çavdêriyê ve bêne guhdarkirin û navên 3 beşdarên ku bi ser bikevin, werin ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku mihrîcan bi beşdariya 24 beşdaran destpê kiribû.
کۆدی بابهت: 62166 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۹ | کاتژمێر: 19 : 0
برچسب:
نویسنده: استخدام کار