خرید بک لینک

Parlmenterê Pawe û Hewramanê yê di parlemena Îranê de destnîşan kir ku qaçax ziyanê digihîne aboriya welêt û got: Di mijara têkoşîna li hemberî qaçaxê de, kolber bûne pêşmergên qaçaxçiyên rêxistinkirî.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Şehab Nadirî di hevpeyvîna li gel ajansa nûçeyan a Xaniyê Milet de got: Mixabin rayedar li dewsa tundiya li hemberî qaçaxçiyên rêxistinkirî ku aboriya welêt têk birine, kolberan diçewisînin.

Parlmenterê Pawe û Hewramanê yê di parlemena Îranê de bal kişande ser gotinên welêt ên derheqê têkoşîna li hemberî qaçaxê de û wiha got: Wer xuya ye ku rayedar gotinên rêberê welêt ên der barê têkoşîna li hemberî qaçaxê de, tenê li dijî kolberên ku di geşepêdana aboriya welêt de roleke mezin dilîzin, bi cih tînin.

Wî herwiha got: Beşeke mezin ji kolberan ji bo debara xwe can û malê xwe dikin xetereyê û ji ber vê yekê jî tundiya hêzên ewlehiyê li dijî wan û desteserkirina mal û milk û herwiha kuştina sewalên wan li dijî qanûnê ye.

کۆدی بابهت: 62165 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۹ | کاتژمێر: 18 : 50

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 9 شهريور 1395 ساعت: 23:29

صفحه بندی