خرید بک لینک

Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê hemî sînorê di navbera Cerablus û Ezazê de bi timamî kontrol kir.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, di 12`mîn roja operasyona Tirkiyeyê di nav axa Sûriyeyê ya bi navê Mertala Firatê de, Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê li derdora bajarokê Elraî çend gundên din ji destê çekdarên DAIŞ`ê derxistin û bi wê yekê hemî deverên ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê kontrol kirin.

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di 12`mîn roja operasyona Mertala Firatê de, Artêşa Azad a Sûriyeyê bi piştgiriya Artêşa Tirkiyeyê gundên Tuweyran, Xelîliye, Bab Lemon, Hac Welî, Suweyde, Elkadî, Xenemiye, Qubet Turkemen û El-Mutmine kontrol kirin.

Bi wê yekê hemî sînorê hevbeş ê Tirkiye-Sûriyeyê her ji Cerablusê heta Ezazê niha di kontrola Artêşa Tirkiyeyê û çend yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyeyê de ye.

Duh 3`ê Îlonê Artêşa Tirkiyeyê ji milê sînorê bajarokê Elraî jî derbasî nav axa Sûriyeyê bû û dest bi operasyonê kir.

Artêşa Tirkiyeyê bi 20 tank û 10 zirêhpoşan derbasî devera Elraî bû û piştgirî da çekdarên ser bi Artêşa Azad a Sûriyeyê û li wî milî ve jî dest bi operasyona li dijî DAIŞ`ê kir.

Roja 24ê Tebax a 2016ê jî Artêşa Tirkiyeyê operasyona Mertala Firatê bo girtina Cerablusê dabû destpêkirin û li aliyê Cerablusê destwerdana leşkerî di nav axa Sûriyeyê de kiribû.

کۆدی بابهت: 62429 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۱۴ | کاتژمێر: 21 : 59

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 15 شهريور 1395 ساعت: 1:15

صفحه بندی