Leşkerên Tirk li ser sînor ji malbatekê bav û du zarokên wî qetil kirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, leşkerên Artêşa Tirk Îro di saetên serê sibehê de malbatek dema ku hewl dida li sînor re derbas bibe, gulebaran kir. Di encamê de, welatiyê bi navê Cîhad Gitêî ku ji herêma Şedadê ye û du zarokên wî yek 2 salî û yekî 9 salî jiyana xwe ji dest da.
Kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneya Girê Spî.
Di 2’yê îlonê de leşkerên tirk welatiyê bi navê Salih El-Xelef (30) ê ji gundê El-Cenderatî yê 7 km li rojhilatî Girê Sipî dikeve, dema ku erdê xwe av dida, gulebaran kirin. Di encamê de Xelef ji lingê xwe ve birîndar bû.
کۆدی بابهت: 62486 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۱۵ | کاتژمێر: 14 : 45
برچسب:
نویسنده: استخدام کار