خرید بک لینک

Li gorî rapora Kurdpress`ê, romaivîsê kurd Jan Dost romana xwe ya bi navê “Kobanî” qedand û dê di demeke nêzîk de li ber destê xwendevanan be.

Jan Dost ku bi xwe ji Kobaniyê ye, bajarê xwe kire roman û têde behsa şer û berxwedana bajêrê xwe dike.

Ev bêhtirî pênc salan e ku şer û wêranî û koçberî li tevahiya Sûriyeyê û herêmên kurdan heye.

Bi taybetî li bajarê Kobaniyê şerekî giran derket û êrişa hovane ya dirindeyên sedsala bîst û yekem li ber deriyên wê hat şikandin û xewnên reş yên wan hovan di bin axa Kobaniyê de hatin binpêkirin û pelixandin.

Romaivîsê kurd yê ji Kobaniyê, Jan Dost çîrok û serpêhatiya Kobanî dike roman, çimkî Kobanî li ber dilê wî xwedî taybetiyeke berçav e.

Rewşa Kobaniyê ya dijwar bandoreke mezin li Jan dike û dibe sedemek ji bo nivîsandina vê romanê.

Naveroka romana Kobanî behsa êş û kesera mezin a xelkê wî bajarî dike û diyaloga karakteran jî bi zaravaya Kobaniyê bi xwe ye.

Herwiha romana Kobanî bîranîn û bûyerên romaivîs û zaroktiya wî jî tînin ziman.

Li ba Jan Dost, Kobanî ne tenê sembola berxwedanê ye, lê gellek nav û navnîşanên din jî li xwe digire.

Romana Kobanî li ber qedandinê ye û xwînerên kurd li benda vê berhema Jan Dost in ku dê hem êş û kovan û hem jî lehengiya wî bajarî bîne holê.

کۆدی بابهت: 62498 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۱۵ | کاتژمێر: 19 : 2

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 15 شهريور 1395 ساعت: 21:23

صفحه بندی