خرید بک لینک

Roja pêncşemiyê (1’ê îlonê) 2. Mîhrîcana Zarokan a Hunerî di bin diruşmeya ‘Zarok Xemleya Jiyanê ne’ de li navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran, destpê kir. Di mîhrîcanê de 45 komên zarokan ên ji Kantonên Kobanê û Cizîrê beşdar bûne.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, di roja yekemîn a mîhrîcanê de komên zarokan ên dîlan, şano û stranan ên girêdayî navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo û bajarokê Girbawî, derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin. Di roja duyemîn de jî komên zarokan ên girêdayî navenda çand û hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê û koma Kampa Newroz derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.

Mîhrîcanê di roja Sêyemîn û Çaremîn de jî dom kir. Di van rojan de jî bi sedan şêniyên Kantona Cizîrê amade bûn û li hunerên zarokan temaşe kirin. Di roja sêyemîn de komên ji bajarên Dirbêsiyê û Temir beşdar bûn.

Ji bajarê Tirbespiyê jî Koma Kulîlkên Zarokan dîlan xwe ya ji çanda herêma Botanê pêşkêş kirin. Koma Şehîd Dilo jî şanonyeke bi sernavê ‘Rovî dizek’ û koma şehîd Viyan jî stranên xwe pêşkêş kirin.

Di mîhrîcanê de bi dehan zarok û malbatên xwe û her wiha nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn.

Tê payîn ku mîhrîcan îro jî bidome. Tê payîn ku komên zarokan ên hunerî yên girîdayî bajarê Serêkaniyê û kampa Roj, hunerên xwe pêşkêş bikin. Mîhrîcan dê saet di 16.00’an de destpê bike.

Mîhrîcan dê heta roja 8’ê îlonê bidome.

کۆدی بابهت: 62495 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۱۵ | کاتژمێر: 18 : 36

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 15 شهريور 1395 ساعت: 21:23

صفحه بندی