Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî şerê li Çelê daxuyaniyek da, ragihand ku 10 leşker hatin kuştin û 3 helîkopterên Skorsky jî hatine rûxandin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya HPG`ê di daxuyaniyeke nivîskî de encamên şerê ku li Çelê diqewime ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku şer û çalakiyên li Çelê didomin, têkîldarî rewşa herêmê jî ev agahî parve kirin:
Operasyona artêşa TC a ku ji 30’ê Tebaxê ve li qada Ertûş a li herêma navçeya Çelê ya Colemêrgê dane destpêkirin, hê jî dewam dike. 5’ê Îlonê danê sibehê hêzên me li dijî leşkerên TC ên xwe li derdora girê Şehîd Newal bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Li vir kêmanî cenazeyê 10 leşkeran hene. Dijmin mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Kobra ve 2 caran ji qadê rakirine. Di şer de ku 4’ê Îlonê li qada Ertûşê rû da, 4 gerîlayên me bi şerekî lehengî şehîd bûn.
Roja 5`ê Îlonê di saet 11.00’an de dema wesayîteke leşkerî ji Çelê ber bi qereqola Şikêr diçû, hêzên me ew şopandin û bi çekên giran lê dan.
Roja 5’ê Îlonê di saet 17.00-17.30’an de hêzên me bi topên hewanê li dijî Tûgaya Çelê çalakiyek li dar xistin. 5 helîkopterên Skorsky ên li pîsta helîkopterê kirin hedef û di encamê de 3 helîkopterên Skorsky îmha bûn, 2 helîkopterên Skorsky jî derbe xwarin. Her wiha, gelek roketên hewanê li avahiyan ketin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Dûvre tûgayê qadên derdor bomberdûman kir.
کۆدی بابهت: 62560 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۱۶ | کاتژمێر: 20 : 8
برچسب:
نویسنده: استخدام کار