Wezîrê îstixbaratê yê Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwendina berpirs û rayedarên Almanyayê çû wî welatî.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ragihandina giştî ya Wezareta Îstixbaratê, Seyid Mehmûd Elewî û heyeta pê re li Berlînê li gel berpirsên îstixabaratî yên Almanyayê hevdîtin pêk anîn û mijarên dualî nîqaş kirin.
Wezîrê îstixbaratê herwiha li gel endam û xebatkarên balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê ya li Berlînê jî civîn li dar xist û bal kişande ser girîngî û taybetmendiên xebatên balyozxaneyên Îranê û ji wan xwest ku di warê birêxisina kar û barên welatiyên Îranê yên li derveyî welêt de baldar û şiyar bin û qanûn û pirensîbên Komara Îslamî ya Îranê berçav bigirin.
کۆدی بابهت: 62559 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۱۶ | کاتژمێر: 19 : 56
برچسب:
نویسنده: استخدام کار