خرید بک لینک

Çaremîn Mihrîcana Tiriyê wê li gundê Çîçestê ya Ûrmiyeyê bi ekrana belgefîlma bi navê Ûrmiye Bajarê Navnetewî dest pê bike.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, organîzatorê Çaremîn Mihrîcana Tiriyê li Ûrmiyeyê ji rojnamevanan re ragihand: Belgefîlma bi navê Ûrmiye Bajarê Navnetewî ya bi qasî 25 xulekan wê di merasîma vekirina mihrîcanê de bê ekrankirin.

Nasir Rikab nûçeya ekrankirina belgefîlmê ragihand û wiha pê de çû: Karê çêkirina belgefîlma Ûrmiye Bajarê Navnetewî bi qasî 3 mehan dewam kir.

Herwiha Omîd Şekeryazî, derhênerê belgefîmlê jî der heqê wê de axivî û bal kişande ser girîngiya yekîtiya gelan di belgefîlmê de û wiha got: Me di belgefîlma Ûrmiye Bajarê Navnetewî de hewl da ku rola çandan pirreng be û ev bi xwe yek ji ciyawaziyên di navbera vê belgefîlmê li gel yên berî wê de ye. Me hewl daye ku ziman û cil û bergê gelerî û taybetmendiyên wan zêdetir bên ber çav.

Wî herwiha da zanîn ku ev belgefîlm bo 5 zimanên din hatiye wergerandin û got: Belgefîlm ji bo ekrana di radyo û televizyona fermî ya welêt, torên civakî û heta nedyaya navnetewî de tê amadekirin û bo zimanên îngilîzî, fransî, spanî, erebî û tirkî hatiye wergerandin û eger baş bê pêşwazîkirin, wê bo çend zimanên din jî were wergerandin.

Çaremîn Mihrîcana Tiriyê li Ûrmiyeyê wê ji 13 heta 20`ê îlonê li gundê Çîçestê ya Ûrmiyeyê bê lidarxistin.

کۆدی بابهت: 62558 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۱۶ | کاتژمێر: 17 : 14

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 16 شهريور 1395 ساعت: 23:05

صفحه بندی