Waliyê Bokanê êrişa çekdarî ya di gundekî wî bajarî de ku di encamê de 3 kes hatin birîndarkirin, piştrast kir.
Cemal Xosrewî di gotûbêja taybet a li gel nûçegîhanê Kurdpress`ê de got : Şeva înê li gundê Gulolana Jêrîn di demjimêr 23`an de çend kesên nenas gule li şêniyekî ku di rêya mala xwe de bû, reşandin û ew birîndar kirin.
Wî herwiha got : Li pey vê bûyerê kur û du kurapên wî, ew rakirin nexweşxane yê .
Xosrewî di berdewamiya axaftinên xwe de got : Wesayît jî di rêya nexweşxaneyê de dibe hedefa guleyan û herdu kurapên wî bi awayekî sivik birîndar dibin.
Wî di dawiyê de got : Vê gavê tenê ew kesê ku li gund hatibû birîndarkirin li nexweaşxaneyê ye û rewşa wî baş e û ti agahiyek li bara nasnameya êrişkaran de tuneye û lêkolînên li ser vê mijarê didomin.
کۆدی بابهت: 62788 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۲۱ | کاتژمێر: 22 : 56
برچسب:
نویسنده: استخدام کار