Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê, piştî şandina qeyûman ya bo 28 şaredarên bajarên kurdan, daxuyaniyek da.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê SAHAR TV`yê, balyozxana Amerîkayê bi serenavê 'Daxuyaniya derbarê bûyerên ku îro li başûrê rojhilatê Tirkiyê qewimîn' daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji nûçeyên pevçûnan yên ku piştî şandina qeyûman gelekî nîgeran û bi fikar ne.
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin ku Amerîka, terorîzme şermezar dike û piştevaniya mafê xweparastina Tirkiyê dike. Hate tê gotin ku ew hêvî dikin ku pêvajo di çarçoveya hiqûq û siyasetên aştiyane bê meşandin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku: Em hêvî dikin ku şandina qeyûman, meseleyek bibe ku pir dom neke û zû derbas bibe û gel di çarçoveya qanûnên Demokratîk de ji xwe re şaredarên nû hilbijêrin.
کۆدی بابهت: 62783 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۲۱ | کاتژمێر: 21 : 56
برچسب:
نویسنده: استخدام کار