خرید بک لینک

Piştî tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariya Colemêrgê îro hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz û Şaban Alkan hatin ber avahiya şaredariyê.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, hevşaredarên bajarê Colemêrgê Fatma Yildiz û Şaban Alkan ji bo tayînkirina qeyûmê protesto bikin hatin ber avahiya Şaredariyê û xwestin bikevin hundirê avahiyê. Hevşaredarên ku bi vîna gel hatin hilbijartin rastî astengiya polîsan hatin û destûra ketina hundirê avahiyê nihat dayîn.

Li ser vê yekê herdu hevşaredar û sedan welatî li ber avahiya Şaredariyê kombûn.

Polîsên ku derdora avahiya şaredariyê dorpêçkiribûn bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyî gel kirin û li ser vê yekî li bajêr bûyer derketin.

Di mudaxaleya polîsan de 4 kes hatin binçavkirin. Ligel binçavkirina welatiyan sedan kesên li derdora şaredariyê kombûn ji ber şaredariyê veneqetiyan û tayînkirina qeyûmê şermezar kirin.

کۆدی بابهت: 62782 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۲۱ | کاتژمێر: 21 : 50

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 21 شهريور 1395 ساعت: 15:02

صفحه بندی