Fermandeyê Hêza Întizamî ya Gîlanxerbê ragihand: 3 gumanbarên şewata daristanên Îlamê hatin binçavkirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, serheng Muhsin Weysî got: Piştî şewata li daristanên Gîlanxerbê, hêzêm polês û ewlehiyê ketin dewreyê û dest bi lêkolînan kirin û li hokarên bûyerê geriyan.
Wî wiha berdewam kir: Piştî lêkolînan derket holê ku şêniyên gundekî derdorê ji bo çêkirina komirê agirê vêxistine û dibe ku hokarên şewatê ew kes bin.
Şewata li daristanên Gîlanxerbê roja pîncşemiyê danê sibehê dest pê kir ku roja înê hat temirandin, lê ji ber hatina bê êgir careke din dest pê kir û hîn jî dewam dike.
کۆدی بابهت: 63075 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۲۸ | کاتژمێر: 23 : 5
برچسب:
نویسنده: استخدام کار