Hevserokê HDP'ê Silhedîn Demirtaş dê biçe Hewlêrê û serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bike.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Silhedîn Demirtaş dê bi şandeyeke mezin a partiya xwe re serdana Herêma Kurdistanê bike.
Li gorî agahiyên ku Rûdaw`ê bi dest xistin dê Demirtaş û şandeya pê re bi serokê Herêna Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Di bernameya Demirtaş de hevdîtina bi rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran û partiyên din ên Herêma Kurdistanê re jî heye.
Li gorî agahiyan di nava şandeyê de parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî heye. Kesên di şandeyê de cih digrin zêdetir ji parlamenterên kurdîzan pêk tên.
Li gorî agahiyan amanca şandeyê xweşkirina têkiliyên HDP'ê bi partiyên Herêma Kurdistanê re ye. Di serdana şandeya HDP'ê de hevdîtina bi hin sazî û dezgehên sivîl re jî heye.
Di van hevdîtinan de tê çaverêkirin ku pirsgirêk û nakokiyên di navbera partiyên kurdan de jî bêne axaftin û riyên çareserkirina van pirsgirêkan jî bên nîqaşkirin.
Şandeya HDP'ê dê heftiyek li Herêma Kurdistanê bimîne.
کۆدی بابهت: 63130 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۲۹ | کاتژمێر: 22 : 58
برچسب:
نویسنده: استخدام کار