خرید بک لینک

HPG`ê bi fermî bersivek tund da serokê Cebheya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî, ku gotibû, PKK terorîst e û Kerkûk dagîr kiriye û pêwîst e ji deverên Kerkûkê were derxsitin. HPG`ê got: Divê her kes hedê xwe bizane.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî daxuyaniya serokê Cebheya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî ya derbarê hebûna gerîlayên PKK`ê li Kerkûkê de daxuyaniyek da.

Fermandariya HPG`ê li mêhwerên Mexmûr-Kerkûk di daxuyaniya xwe de ragihand: Dibe ku li wir hin hêzên ku tevgera me naxwazin, hebin. Lê, em wekî tevger daxuyaniyên bi vî şiklî cîdî nagirin. Divê her kes bizanibe ku em ê wezîfeya parastina gelê xwe li her derê bidomînin. Ji bo vê jî em ne mecbûr in ku ji ti kesan destûrê bixwazin.

کۆدی بابهت: 63129 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۲۹ | کاتژمێر: 22 : 52

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 29 شهريور 1395 ساعت: 16:06

صفحه بندی