Di şerê li gundê Um El-Hoş ku li ser êrîşa çeteyan destpê kir de, bi dehan çete hatin kuştin û 2 tirimpêlên çeteyan ku doçka li ser bûn, hatin rûxandin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, komên çete yên DAIŞ’ê di saetên nîvro de bi hemû rengên çekên giran ji sê aliyan ve, êrîşî gundê Um El-Hoş ê Şehbayê kirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên wergirtine, şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome.
Nûçegihanan dan zanîn ku çeteyan ji gundên Hesiye yê li rojhilat, Wehşiye yê li başûr û Til Mad yê li bakur êrîş pêk anîn. Êrîşa çeteyan bi anîna hêzên nû û tankan dijwartir bû.
Nûçegihanan dan zanîn ku di şer de şervanên hêzên şoreşger 2 tirimpêlên çeteyan ên ku doçka li ser bûn, ruxandine û derbeyên giran li çeteyan dane.
Her wiha di şer de bi dehan çete hatine kuştin. Cenazeyên çeteyên ku hatin kuştin hîn jî li qadên pevçûnan in.
Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome.
کۆدی بابهت: 63128 | بهروار: ۱۳۹۵/۶/۲۹ | کاتژمێر: 22 : 43
برچسب:
نویسنده: استخدام کار